NY, li ser dorpêçkirina sivîlên Sûriyê dicive

Encûmena Asayişa Navdewletî ser bi Netewên Yekbûyî (NY), bo rewşa mirovî li Sûriyê û dorpêçkirina bajarokê Medaya yê Şamê, bi awayekî awerte dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayişa Navdewletî ser bi Netewên Yekbûyî (NY), bo rewşa mirovî li Sûriyê û dorpêçkirina bajarokê Medaya yê Şamê, bi awayekî awerte dicive.

Li ser daxwaza Amerîka, Brîtanya û Fransayê, îro Encûmena Asayişa Navdewletî, derbarê rewşa mirovî li tevahiya Sûriyê û bi taybet dorpêçkirina bajarokê Medaya yê Şamê dicive. Armanc jî ew e ku derbarê dorpêçkirinê de zextê li rêjîm û opozîsyonê bikin.

Brîtanya ragihand ku ji sedî 10 ji niştecihên Sûriyê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve di dorpêçkirineke tund de ne û rêjîma Sûriyê nahêle alîkariyên mirovî bigihin wan deveran.

Ji aliyekî din ve, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Ban Ki-Moon di civîneke çapemeniyê de gotibû; “Mirov nikare bawer bike ku rêjîma Sûriye û opozîsyon bi birçîkirina sivîlan tawanên şer dikin, divê bê dadgehkirin nemînin.”

Piştî 3 meh dorpêçkirin NYê, hefteya borî sê barhilgir ên alîkariyên mirovî derbasî hinek deverên dorpêçkirî kirin. Li gor amarên ku hatine belavkirin heta niha li Madaya bêhtirî 40 kesî ji nêza mirine û niştecihên wê di rewşeke metirsîdar de ne.