Chomsyk: Eger Kurd min vexwînin ezê bêm Tirkiyê!
Nivîskarê navdar Naom Chomsyk bersiva vexwendina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan da û got ku ew ê ne li ser daxwaza Erdogan lê eger Kurd wî vexwînin dê were Tirkiyê.
K24 - Navenda Nûçeyan
Nivîskarê navdar Naom Chomsyk bersiv da vexwendina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û da zanîn ku ew ê ne li ser daxwaza Erdogan lê yên bi salana li beramberî zilm û êrîşên dijwar mane yanî Kurd wî vexwînin dê were Tirkiyê.
Nivîskar û akademisyenê navdar Naom Chomsky bersiva banga Erdogan da û vexendname qabûl nekir. Chomsky di daxuyaniya xwe ya ku doh di rojnameya İngilizî The Guardianê de belav kiriye wiha dibêje; “Encax Kurdên ku bi salan e li hemberî êrîşên dijwar rûbirû ne, her wiha dijberên wêrek jî di navê de cih digirin bangê li min bikin ezê werim Tirkiyê.”
Serokkomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan di 13ê meha Çile de 1128 akademisyen wekî “welat firoş, reştarî û zir-rewşenbîr” destnîşan kirirbûn. Herwiha ligel vê yekê di daxuyaniya Erdogan ya ku rê li ber nîqaşên mezin vekiribû, Chomsky jî ji bo Tirkiyê hatibû vexwendin.