"Dorpêçkirina bajarokan li Sûriyê taktîkekî hovane ye"
Di hefteya borî de, bi alîkariya Neteweyên Yekbûyî û Heyva Sor a Navdewletî alîkariyên mirovî derbasî bajarokên Sûriyê bûn ên ku ji aliyê grûpên radîkal û rejîma Sûriyê ve hatine dorpêçkirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Encûmena Asayîşa Navdewletî siyaseta dorpêçkirin û birçîkirina sivîlan, li Sûriyê wek "taktîkekî hovane" binav kir.
Li ser vê mijarê Berpirsa Proseyên Mirovî li Neteweyên Yekbûyî (NY) Kang Kyung di civîna Neteweyên Yekbûyî de got: "Ti sedem, şirovekirin û lêborîn ji nehştina pêşkêşkirina alîkariyên mirovî re, bo kesên hewcedar nîne, tenê ev yeke binpêkirina mafên mirovan e û nayê qebûl kirin."
Kang Kyung, hêvî kir ku ti asteng li pêşiya karên mirovî li Sûriyê neyên kirin û got ku rewşa bajarokê Madaye rewşeke awarte ye, ji ber 400 hezar welatiyên sivîl din gefên ji grûpên radîkal û rejîma Sûriyê dene.
Di hefteya borî de, bi alîkariya Neteweyên Yekbûyî û Heyva Sor a Navdewletî alîkariyên mirovî derbasî bajarokên Sûriyê bûn ên ku ji aliyê grûpên radîkal û rejîma Sûriyê ve hatine dorpêçkirin.