Berî Cenevre3 heft wezîrên berevaniyê dicivin
Civîna wezîrên berevaniyê yên heft welatên hevpeyman di şerê dijî DAIŞê de di demekê de ye ku 25ê vê mehê û bi serpereştiya aliyên navdewletî danûstandin derbarê kirîza Sûriyê di navera opozîsyon û rejîma wî welatî de li Cenevre3ê dê dest pê bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Amerîkayê ragihand ku Çarşema bê li Fransayê dê civîna wezîrên berevaniyê yên heft welatên hevpeyman li dijî DAIŞê were saz kirin.
Derbarê mijarê de Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Ashton Carter di axftina xwe ya ligel hejmarek leşkerên Amerîkayê de got: "Ji xeynî Fransa û Amerîkayê dê wezîrên bervaniyê yên Brîtanya, Australia, Almanya, Hollanda û Italya jî beşdarî civînê bibin."
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Berevanî yê Fransyayê Jean Yves Odrian ragihandbû ku DAIŞ li Iraqê di paşveçûnê de ye û tekez kiribû ku pêwîste Pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Iraqê bi piştevaniya Navedewletî bajarê Mûsilê rizgar bikin.