Firokeyên Rûsî alîkariyên mirovî diavêjin xwar

Li gor wezareta navbirî, 22 ton alîkarî li Parêzgeha Dêrazorê hatine avêtin. Ev yekemîn car e Rûsya alîkariyên mirovî bi ser navçeyên alîgirên rejîma Sûriyê diavêje xwar.

K24 - Navenda Nûçeyan

Firokeyên Rûsyayê alîkariyên mirovî li parêzgeha Dêrazorê bi ser wan taxên di bin kontrola rejîma Sûriyê de ku ji aliyê DAIŞê ve dorpêçkirî ne diavêje xwarê.

Derbarê mijarê de welatiyên taxa El-Core û El-Qisûr ên ku alîkarî giştine taxên wan, tekez kirin ku ji xeynî alîkariyên mirovî û kelûpelên xwarinê, alîkariyên leşkerî jî hebûn, herwiha dan zanîn ku rejîma Sûriyê ew alîkarî wergirtin berî DAIŞ wan bike armanc.

Ji aliyê xwe Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku armanca wan ji vê proseyê ew bû ku alîkariyên mirovî bigihin wan navçeyên dorpêçkirî.

Li gor wezareta navbirî, 22 ton alîkarî li Parêzgeha Dêrazorê hatine avêtin. Ev yekemîn car e Rûsya alîkariyên mirovî bi ser navçeyên alîgirên rejîma Sûriyê diavêje xwar.