Hollanda şervanekî YGPê dadgeh dike
Di gilînameyê de ew leşker bi “kuştina enqest a çekdarên DAIŞê” hatiye tohmetbarkirin.
K24- Navenda Nûçeyan
Desthilatên Hollandayê leşkerekî ku berê bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şerê DAIŞê dikir, girtin.
Li gor di medyayê de belav bûye, leşkerê ku temenê wî 47 salî ye, bi tohmeta “kuştina enqest” ya çekdarên DAIŞê tê dadgehkirin.
Li gor Dozgerê Giştî yê Hollandayê, yasa rêgiriyê li hilgirtina çekan dike.
Di gilînameya Dozgerê Giştî de hatiye jî “dibe ku kesê çekdarekî Dewleta Islamî bikuje, wek kujerê ku tawana kuştina enqest were darizandin.”
Dadgeha Hollandî birayr daye ku navê wî lekşerî neyê aşkerekirin û belavkirin.
Herwiha dadgehê paseporta wî leşkerî jê standiye, ji bo ku carek din hewl nede vegere Sûriyê.
Girtina wî leşkerî di demekê de ye ku, Hollanda yek ji welatên endam di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye.
Li gor hin amarên ne fermî, heta niha 100 kesên biyanê berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê û tevlî YPGê bûne.