Brîtanyayê rêgirî li çûna 600 kesî bo nav DAIŞê kiriye

Wezîrê Derve yê Brîtanya diyar dike ku, bi sedan welatiyên wan tevlî DAIŞê bûne.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Brîtanya ragihand ku, wan rêgirî li çûna 600 kesî bo nav DAIŞê li Sûriyê.

Wezîrê Brîtanî, Philip Hammond, ku di serdanekê de li Tirkiyeyê ye, got ku, tevî hewldanên wan bo rêgirtin li çûna xelkê bo nav grûpên radîkal, lê 800 kesên Brîtanî niha di nav çekdarên DAIŞê de ne.

Philip Hammond diyar kir ku, çûna welatiyên Brîtanî bo nav çekdarên DAIŞ li Sûriyê, ji sala 2012an ve dest pê kiriye. Ji koma 800 kesî jî, nêzîk 400 hê li Sûriyê ne.

Wezîrê Brîtanî aşkere kir jî ku, di 8 mehên borî de, Tirkiyê rêgirî li çûna gelek kesên biyanî bo nav çekdarên DAIŞê li Sûriyê kiriye.

Beriya niha, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, Avkan Ala li Enqerê ragihandibû ku, ji encama hevahengiya îstixbaratî ya ligel “welatên pêwendîdar”, dezgehên ewlekarî yên Tirkiyê nehêştine ku 36 hezar welatiyên biyanî ji 124 welatan bi mebesta tevlîbûna DAIŞê, derbasî Sûriyê bibin.