“Muftiyê DAIŞê” hat kuştin
Di êrîşên firokeyên Iraq û Hevpeymaniya Navdewletî de, “Muftiyê DAIŞê” li Enbarê û 29 çekdarên din hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di êrîşên firokeyên Iraq û Hevpeymaniya Navdewletî de, “Muftiyê DAIŞê” li Enbarê û 29 çekdarên din hatin kuştin.
Şaneya ragehandina leşkerî ya Artêşa Iraqê îro ragehand, ku di êrîşên firokeyên Iraq û Hevpeymaniya Navdewletî de, li navçeya Mihemediya ya Enbarê “Muftiyê DAIŞê” û 29 çekdarên din hatin kuştin.
Wê şaneyê ragehand jî, ku ew piştrast in, ku Ehmed Casim Hemadî “Muftiyê DAIŞê li Enbarê” di wan êrîşan de hatiye kuştin.
Di meha borî de, Artêşa Iraqê serkeftineke balkêş bi rizgarkirina bajarê Rumadî bidest xist, operesyona paqijkirina Enbarê jî hîn berdewam e.