Chomsky bersiva vexwendina HDPê da
Parlementerê HDPê yê Cizîrê, bi nameyekê Noam Chomsky vexwendibû.
K24- Navenda Nûçeyan
Rewşenbîrê navdar, Noam Chomsky spasiya vexwendina ku HDPê jê re şandibû kir û mixbiniya xwe ji wê yekê anî ziman ku “rewşa niha nahêle serdan çê bibe.”
Parlementerê HDPê Faysal Sariyildiz, roja 15ê mehê, Noam Chomsky vexwendibû Cizîrê, ji bo ku rewşa ku li wir heyî ji cîhanê re veguhêze.
Beriya niha Chomsky vexwendina ku Serokomarê Tirkiyê, Recep Teyyip Erdogan jê re şandibû red kiribû, piştire jî gotibû ku eger Kurd wî vexwînin, ew dê razî bibe ku serdana Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bike.
Noam Chomsky jî bi nameyekê berisva vexwendina wî parlementerê HDPê da û wiha nivîsiye: “Ji ber vexwendina we ya kubar a bo Başûrê Rojhilata Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) ez gelek spas dikim. Wekî ku hûn jî zanin, ji bo lênêrînê, ez çend car hatim wê herêma ku zext lê ye û car caran jî ew zext dibe hovane.”
Chomsky spasiya Faysal Sariyildiz li ser wê vexwendinê kir û nameya xwe wiha berdewam kir: “Ji bo daweta we ez spasdar im, lê mixabin rewşa niha nahêle ku ev serdan pêk bê. Lêbelê ez, geşedanan ji nêz ve dişopînim û li vir çi bête kirin dikim.“
Dawiyê jî Noam Chomsky hêvî xwest ku, rewşa niha ya metirsîdar, beriya ku ziraran zêde bike, berevajî wergere.