DAIŞ 400 kesên sivîl direvîne
DAIŞê êrîşî deverên di bin kontrola rêjîmê li bajarê Dêresorê kir û 400 kesên sivîl ji wî bajarî direvîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
DAIŞê êrîşî deverên di bin kontrola rêjîmê li bajarê Dêresorê kir û 400 kesên sivîl ji wî bajarî direvîne.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro ragihand ku, DAIŞê êrîşî deverên di bin kontrola rêjîmê li bajarê Dêresorê kir û 400 sivîlên wî bajarî û malbatên çekdarên bi rêjîmê re şer dikin, revandin.
Rewangehê diyar kir jî, ku metirsiyeke mezin li ser jiyana wan sivîlan heye, ji ber ku DAIŞê berê di bûyerine wisa de, sivîl kuştine.
DAIŞê di sala 2014an de, bi sedan jî kes ji Eşîra Şihêtat ya Dêrezorê kuştin. Herwiha 200 leşkerên rêjîmê li navenda Tebqa ya leşkerî ya parêxgeha Reqayê kuştin.
Ji aliyekî din ve, ajansa “SANA” ya fermî di demek berê de ragehandibû ku, 300 kes di êrîşên Dêrezorê de hatibûn kuştin, lê derbarê revandina sivîlan ti tişt belav nekir.