DAIŞ mûçeyên çekdarên xwe dadixîne nêvî
DAIŞ, mûçeyên çekdarê xwe li Iraq û Sûriyê dadixe nêvî.
K24 – Navenda Nûçeyan
DAIŞ, mûçeyên çekdarê xwe li Iraq û Sûriyê dadixe nêvî.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyeke DAIŞê bi dest xist û belav kir, di daxuyaniya DAIŞê de jî hatiye ku, “Ji ber rewşên awerte ya ku Dewleta Îslamî tê re derbas dibe, biryar hat standin ku mûçeya hemû çekdaran daket nêvî. Ti kes jî ji vê biryarê ne veqetandî ye.”
Herwiha di daxuyaniya DAIŞê de hatiye jî, “Di Qurana pîroz de hatiye ku cîhada bi Mal li pêş cîhada bi can e, ji ber ku di 9 cihan de hatiye ku cîhada bi mal li pêş cîhada bi can e.”
Tê pêşbînîkirin ku, ev tengahiya DAIŞê ji ber armanckirina firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî û Rûsyayê ji kêlgeh û bazirganiya DAIŞê re be.