Amerîka bombeyên zîrek difroşe Iraqê

Ajansa Hevahengiya Bervaniyê da zanîn ku ev çek dê hemû firokeyên Iraqê ji gefên niha û yên pêşerojê ku li ser tên kirin biparêze

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku hikûmeta wî welatî razîbûna xwe li ser firotina barek çek bi bihayê yek milyar û 95 hezar dolar daye, ku ji bombeyên zîrek û roketên Er IM -9 M Sidewinderda pêk tên.

Derbarê firotina wan çekan de bo Iraqê Ajansa Hevahengiya Bervaniyê ya ser bi Wezareta Berevaniya wî welatî,  tekez kir ku biryar bû, di 15ê Kanûna borî de, rizamendî ji aliyê hikûmeta Amerîkayê ve li ser hatiba kirin, lê biryara firotinê hat paşxistin.

Li gor ajansa navbirî, ji bilî çekên leşkerî dê karên çaksaziyê jî li navendên leşkerî yên Iraqê were kirin û bi armanca çaksaziya wan navendan dê 400 karkerên çaksaziyê dê heta sala 2020an li Iraqê bimînin.

Ajansa Hevahengiya Bervaniyê da zanîn ku ev çek dê hemû firokeyên Iraqê ji gefên niha û yên pêşerojê ku li ser tên kirin biparêze.