Xwebexşekî Skotlandî behsa jiyana ligel Pêşmergeyan dike
Berê di nav rêzên Artêşa Şahane ya Brîranyayê de xizmet kiriye.
K24- Navenda Nûçeyan
Mêrekî Skotlandî ku wek xwebexiş di nav Hêzên Pêşmerge de şer dike, dibêje ku, tiştê ku wî li nav Pêşmergeyan dîtiye, li tu cihekî din nedîtiye.
Alan Duncan, 48 sal, derbarê şerê li dijî DAIŞê de got ku, heta şer hebe, ew dê li nav rêrzên Pêşmergeyan be û rexneyên tund li welatê xwe girtin “ku wek pêwîst beşdarî di şerê li dijî DAIŞê de nekiriye.”
Ji sala 2015an ve, Alan Duncan tevlî Hêzên Pêşmerge bûye, di vê derbarê de jî dibêje: “Min gundê xwe yê biçûk bicih hişt, ji bo karekî baş bikim û di nav Hêzên Pêşmerge de şerê DAIŞê bikim. Roleke yekalîker û girîng a Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de heye.”
Wî xwebexşî aşkere kir jî ku, ew ji hebûna Pêşmergeyên temen 60 sal di eniyên şer de matmayî maye.
Herwiha Alan Duncan behsa jiyana li Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Tevî ku hejmara herî zêde ya xelkê Misilmanin, lê tu carî ol li cem wan nebûye pirsgirêk, ev jî tiştekî gelekî girînge bo mirovahiyê.”
Alan Duncan berê di nav Artêşa Şahane ya Brîtanyayê de xizmet kiriy.
.jpg)
.jpg)
.jpg)