Kawe Mehmûd:Kombûn a Barzanî bi alî yên sîyasî re kombûnek erênî bû

Endam ê mekteb a sîyasî ya Partî ya Komonêst a Îraqê Ragehand kû kombûn a Barzanî bi alî yên sîyasî re kombûnek erênî bû û tev alî hevdeng bûn li ser pirs a rêfrandomê, lê cudahî hebûn li ser çawanî û dem a ragehandn a wê.

K24: Hewlêr

Endam ê mekteb a sîyasî ya Partî ya Komonêst a Îraqê Ragehand  kû kombûn a Barzanî bi alî yên sîyasî re kombûnek erênî bû û tev alî hevdeng bûn li ser pirs a rêfrandomê, lê cudahî hebûn li ser çawanî û dem a ragehandn  a wê.

Kawe Mehmûd Endam ê mekteb a sîyasî ya Partîya Komonîst a Îraqê  li ser kombûn a Barzanî bi alî yên sîyasî re , di hevpeyvînekê de bi Kuristan 24 re, got: Bi awayek giştî kombûn erênî bû. Ew mijar ên hatin behskirin mijarên hevpişk bûn.

Herweha got: Piranî ya alaîyan teba bûn li ser wê yekê kû rîfrandom mafekê me ye. Lê tiştê ku cudahî li ser li ser hebû  dema ragheandin a  ewê pirsê bû,  bi awayek  kû çend nerîn ên cuda  hatin pêşkêşkirin. Lê nerîna me ewe ku rifrandom û pirs a bryardan û damezrandin a dewlet a niştîmanî mefek a reha ya gelê Kurde.

Herweha xuya kir ku hinek alî bi aşkera nabêjin ew ne li gel dema ragehndin a pirs a rîfrandomê ne.  ji bo vê yekê wan (lê)yek heye. Lê em wek Partî ya Komonîst, me ti lê nine ji bo vê pirsê.

Herweha got: Di ve kombûnê de  biryar hatdan ku Perleman a Kurdiistan bihê Kara kirin, li ser vê mijarê jî hemû alî teba bûn , lê her alîyekê nerînên xwe yên cûda hebûn li ser çawanî ya karakirin a wê.

Li ser têkelîyan bi Bexda re got: Biryar hat dan ku carek a din giringîyê bi têkelî yên li gel  Bexda bihên dan lê di heman demê de jî nerînên cûda hebûn û hinekan hizir dikirn ku li gel Bxdayê nagehin ti  cih û diran.

Herweha got: ger Gorran û Komel a Îslamê pişikdar ya kombûn kiriban; bêgûman ev kombûn da berfirehtir be, ji blî vê yekê jî di kombûne de, tekez hatkirin kû pişikdarînekirin a wan wê watayê negehîne kû têkelî hatîne pirçîandin bi wan re.

Duhî bi merama gêngeşekirin a rewşa sîyasî û abûrî ya Kurdistanê  û xuyakirin a çarenivîsa Kurdistanê serokê herêm a Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel alîyên sîyasî yên Herêm a Kurdisatnanê kombûnek sazkiribû.

Li gor deqê ragehandin a serokatî ya Herêm a Kurdistanê li ser naverok a kombûnê biryar hatdan li ser van xalên jêrî:

Yekem- Pişikdarên kombûnê stayîş a canfîdyî û qurbanî yên hêzên Pêşmerge yên Kurdistnê kirin li şerrê dij bi teroristên Daîşê, ku di rewşek dijwar de qehremanane berevanîyê ji gel û welat dikin. Herweha piştevanî ya xwe bo hêzên Pêşmerge yên Kurdistan ragehandin. Bi pêdivî jî zanîn kû tev alî yên sîasî bi berpsyarane reftarê li gel bûyer û pêşhat û rewşa  hestyar a niha bikin û li astê berpirsyarî ya dîrokî ya xwe bin.

Dûyem: Pişikdar ên kombûnê piştîvan îya xwe bo pirose ya rîfrandomê ragehandin û bi pêdivî hat zanîn ku ji bo serkevtin a pirose ya rîfrandomê,  kodengîyek nîştîmanî bihê sazkirin bi rêya rekxistn a nav mal a Kurdistanê û tundkirin a bawerîyê di navbera alî yên sîyasî û xelkê Kurdistanê de. Her girêdayê evê mijarê alîyên sîyasî tekez kirin kû devê  delîve bi xelkê Kurdistanê re bihê dan; dakû nerîn a xwe li ser çarenivîs a  xwe bi cîhanê re bidin ragehandin.

Sêyem: Kombûnê nîgeranî yên xwe nîşandan li ser dîyarok a koçkirinê bo dervey welatî û kûrbûn a arise yên xelkê. Bi xelkê Kurdistanê jî ragehand kû dê bi hevre van bertengîyan burînin. Alîyan piştevanî ya xwe bo daxwazên xelkê ragehandin û amaje bi kurthatin a budceyê dan û daxwazkirin ku hemû pêkolek bihê kirin bo çareserkirin a arêşe ya bê miaşîyê û piştevanî ya xwe bo pêkol ên hikumetê nîşandnan  ji bo dest vegirtinê û kêmkirin a xercîyam û çaksazîyan û vedîtin a çareseryekê bo arîşeyan, bi awayek ku kêmtrîn givaş bikeve ser çîn a hejaran û fermanberan. Kêmkirin a miaşê feranberan wek paşkevtî  bo wan fermanberan bimîne li ba hikumetê û bi ti awayekê maf miaşê fermanberan ji nav neçin.

Çarem: Pişkdarên kombûnê yek deng bûn li ser karakirin a Perleman a Kurdistanê û zemîn xweşkirinê ji bo aştvebûn a tev alîyan.  Ji bo vê  yekê jî biryar hat dan ku komîteyek a tayebet  bihê danan û erkê wê zemînesazkirin be bo karakirina perlemanê  û hikumetê û çareserkirin a pirs a serokatîyê û serxistan a rîfrandomê.  Herweha ev komîte di dema heftîyekê de karê xwe dê temam bike û bixe pêşî ya kombûn a dahatîya partî yên sîyasî li gel serokê herêmê Mesûd Barzanî

Pêncem: Li ser guhertin ên ku li deverê hene , kombûnê tekez kir Herêm a Kurdiustanê nabe pişkek ji milmilanê ya deverê û tekez kir li parztina  mafê destnîşankirina çarenivîsê û maf ên demukratî yên gelê Kurdistanê.

Şeşem: Kombûnê bi pêdivî zanî kû danûstan bi Bexda re berdewam bibe  ji bo ku bigehêjin çareser ya arêşe yan.

 

 

 

Fly Erbil Advertisment