De Mistura: Cenêv3 derfetek e nabe jidest were birin
Tê çaverêkirin ku civîna Cenêv3 îro birêve biçe, lê bê beşdariya şanda opozîsyona Sûriyê, ya ku merc bo beşdarîkirina cîvînê danîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Tê çaverêkirin ku civîna Cenêv3 îro birêve biçe, lê bê beşdariya şanda opozîsyona Sûriyê, ya ku merc bo beşdarîkirina cîvînê danîne.
Şandeya opozîsyonê ragehand ku, berî rawestandina bombebarankirina sivîlan ji aliyê firokeyên Rûsyayê ve û rakirina dorpêça li ser bajar û bajarokên Sûriyê beşdarî Cenêv3 nabin, heger bi çi awayî be.
Nûnerê NY Steffan de Mistura nameyek arasteyî gelê Sûriyê kir û tê de got “Em bi hewce ne ku dengê we bi riya kesên di Cenêv3 de beşdar bibin, bibihîsin. Ev kongre jî derfetek e nabe hûn jidest bibin.”
Ji aliyê xwe ve, Amerîka ragehand, daxwazên ku opozîsyona Sûriyê pêşkêşî NY kirine, daxwazine rewa ne, lê nabe ev bibe serdemek ku derfeta beşdariya di Cinêv3 de jidest bibin.
Herwiha opozîsyona Sûriyê, berî niha peyamek ji Sekreterê Giştî yê NY, Ban Ki-moon û Nûnerên NY yê taybet bi Sûriyê re şandibûn, tê de tekezî li ser cîbicîkirina biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya hejmara 2245 kiribûn.
Bedevka Nûnerê taybet bo Sûriyê Xewle Meter, ku bi opozîsyona Sûriyê re li Riyadê civiyabû got: “Ji aliyê me ve, civîna Cenêv3 nayê paşxistin.”