"Divê avakirina dîwaran li ser sînor were rawestandin"

Berî niha welatiyên bajarê Qamişlo ragehandibûn ku Tirkiyê dîwarekê bi dirêjahiya 3 kîlometreyan li bajarê Nisêbînê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ava dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Alîkarê balyozê rejîma Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî(NY) Mûnzir Mûnzir, daxwaz ji Tirkiyê kir ku kolandina xendeqan û avakirina dîwaran li ser sînor ê di nabera Tirkiyê û wî welatî de rawestîne.

Derbarê ava kirina dîwaran di navbera Tirkiyê û Sûriyê de, Alîkarê Balyozê rejîma Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî(NY) Mûnzir Mûnzir daxuyaniyek belv kir , tê de wiha gotibû: "Artêşa tirkiyê sînor li rojhelatê bakurê Sûriyê dibezîne, li wir xendeqan jî çêdike, herwiha li ser sînor ê bajarê Qamişlo û Dirbasiyê dîwaran ava dike."

Alîkarê balyozê Sûriyê li NY wiha jî axifjî:"Divê avakirina dîwaran were rawestandin." da zanîn ku ev yeke li dijî peyman û yasayên Navdewletî ne.

Berî niha welatiyên bajarê Qamişlo ragehandibûn ku Tirkiyê dîwarekê bi dirêjahiya 3 kîlometreyan li bajarê Nisêbînê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ava dike.