Heysem Mena li Cenêv3 beşdar nabe
Biryare di 29ê vê mehê de, danûstandin di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyonê de, derbarê kirîza wî welatî de li Cenevê dest pê bike.
K24-Navenda Nûçeyan
Hevserokê Encûmena Sûriyê ya Demokratîk(ESD) Heysem Mena ragehand ku, ew beşdariyê di Ceneva3ê de nake, eger her yek ji Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mûslim û Hevseroka Encûmena Sûriyê ya Demokratîk(ESD)Îlham ehmed bo wê kongreyê neyên vexwendin û beşdar nebin.
Derbarê vê mijarê de Hevserokê Encûmena Sûriyê ya Demokratîk Heysem Mena, daxuyaniyek bo ajansa Reutersê belav kir, di daxuyaniyê de wiha Got: "Yan ez dê bi hevalên xwe re di kongireyê de beşdar bibim, yan jî ez beşdar nabin. Çareseriyeke navbir nîne."
derbarî lîseteya Rûsyayê Mena wiha axifî: "Navê min xistine lîsteyekê bi navê lîsteya Rûsyayê, ez ne amademe yek ji endamên lîsteya Rûsyayê bim, ji mafê me ye şandeke me ya taybet hebe."
Biryare di 29ê vê mehê de, danûstandin di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyonê de, derbarê kirîza wî welatî de li Cenevê dest pê bike.