Opozîsyona Sûriyê helwesta xwe derbarê Cenêv3 de diyar dike
Opozîsyona Sûriyê dê helwesta xwe ya dawî derbarê danûstandinên aştiyê yên ligel rejîma Sûriyê îro diyar bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Opozîsyona Sûriyê dê helwesta xwe ya dawî derbarê danûstandinên aştiyê yên ligel rejîma Sûriyê îro diyar bike.
Nûnerê ENKSê di Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de, Fûad Elîko ku di heman demê de endamê şanda opozîsyona Sûriyê ye ji bo danûstandinên aştiyê, ji K24ê re ragihand ku, îro Sêşemê Desteya Bilind a Danûstandinan dê bicive û dê birayara xwe ya dawî li ser beşdarî û ne beşdariya wan di danûstandinên Cenêv-3 de bide.
Elîko herwiha got, Amerîka bo beşadabûnê di danûstandinan de guvaşê li ser wan dike. Elîko amaje bi wê yekê jî kir, ku civîna Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ligel hin endamên wê desteyê li Riyadê nerînî bû.
Biryar bû danûstandinên aştiyê di navbera hikûmeta Sûriyê û opozîsyonê de , bi alîkariya aliyên navdewletî derbarê dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê de, di 25 vê mehê de li Cenêvê hatiba birêve birin.
lê ji bo pirsgirêkan û di serî de pirsgirêka şanda opozîsyonê ku Rûsya dixwaze hin aliyên din wek Hevserokê PYDê Salih Mislim û Heysem Menaa bi navê opizîsyona Sûriyê, tevlî wan danûstandinan bike, civîn bo 29 vê mehê hat paşxistin.