Kongreya Cenevreyê nêzîk dibe

Biryar e 25ê vê mehê kongreya Cenevreyê derbarê kirîza Sûriyê di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî de bi rêve biçe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê Şanda Danûstandinê ya Opozîsyona Sûriyê Salim El-Mûslit ragihand ku hinek xalên sereke hene wê di kongreya Cenevreyê de bên gotûbêj kirin, ji wan jî rawestandina kuştina xelkên sivîl ji aliyê rejîmê ve.

Porseya aştiyê li Sûriyê ketiye rojeva aliyên navdewletî û derbarê şanda opozîsyona Sûriyê di kongreya Cenevreyê de Endamê Şanda Danûstandinê ya Opozîsyona Sûriyê Salim El-Mûslit ji K24ê re got: "Me 17 kes bo danûstandinan wek şandekê dest nîşan kirine. Di nav wan de du Kurd jî hene."

El-Mûslit derbarê programa kongreyê de jî wiha axifî: "Çend xalên sereke yên kongreyê hene ji wan rawestandina kuştina sivîlan ji aliyê rejîma Sûriyê ve, berdana girtiyan û rakirina  dorpêçkirina bajaran dê were behs kirin û em ne ligel paşxistina kongreyê ne."

Biryar e 25ê vê mehê kongreya Cenevreyê derbarê kirîza Sûriyê di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî de bi rêve biçe.