Tevî derbasbûna alîkariyan 16 kes li Medayê ji birçîbûnê mirin

Li Medaya ya Şamê, piştî derbasbûna alîkariyên mirovî di navîna vê mehê de, 16 kes mirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Medaya ya Şamê, piştî derbasbûna alîkariyên mirovî di navîna vê mehê de, 16 kes mirin.

Rêxistina Bizîşkên Bêsînor, îro di daxuyaniyekê de ragehand, ku li Madayayê ya ji aliyê rêjîma Sûriyê ve dorpêçkiriye, piştî derbasbûna alîkariyên mirovî di navîna vê mehê de, 16 kes ji nêza re mirin.

Li gor wê rêxistinê ku hejmara kesên ji ber birçîbûnê xirab in, biqasî 320 kesî ne, ji nava wan de jî 33 kes metirisiya mirinê li ser jiyana wan heye, heger çareseriya tendirust ya bilez nestînin.

Bajarokê Medayayê ji şeş mehan de ji aliyê rêjîma Sûriyê ve dorpêçkiriye, tevî ku rêkeftinek derbarê derbaskirina alîkariyên mirovî ji Madaya û Zebedanî re hatibû îmzekirin, lê neket warê cibicîbûnê, herwiha derbasbûna alîkariyên NY û rêxistinên hawarkariyê bi awayekî kêm dibe.

Li gor Rêxistina Bizîşkên Bêsînor, ku ji şeş mehan de biqasî 46 kesan ji ber birçîbûnê mirine. 16 kes jî di van du hefteyên borî de.