Zewaca keçên sinêl li Kampên penaberan
Ji ber nebûna agahdariyê û paristina mafên jin û keçan, pir caran keçên sinêl yên bi temen 13 yan 14 salî ji aliyên malbatên xwe ve bi neçarî tên zewcandin yan bi tena serê xwe dikevin şaşbûnan.
K24 – Kampa Kewrgosk
Ji ber nebûna agahdariyê û paristina mafên jin û keçan, pir caran keçên sinêl yên bi temen 13 yan 14 salî ji aliyên malbatên xwe ve bi neçarî tên zewcandin yan bi tena serê xwe dikevin şaşbûnan.
Diya keçekê ji K24ê re got: “Keça min 14 salî bû, di salekê de 2 caran zewiciye. Ev şaşbûneke mezin e, bila ti kes vê şaşbûne neke.”
Li gor yaseya herêma kurdistanê û biryarên pê ve girêdayî, li her kampeke penaberan bingeheke nehêlana tundûtûjiya li hemberî jinê lê danîne û li gor yaseyê karê xwe birêve dibin.
Rêvebera nehêştina tundûtûjiya li dijî jinê li kempa kewrgoskê dibêje, Tevî hebûna bingehên tundûtûjiyê û sizeyên ji aliyê wê ve, lê bûyerên bi vî awayî niha di nav kempên penaberan de berdewam in.