3 teqînan Şam hejand: 45 kuştî

Bêhtir ji 100 kesî birîndarin.

K24- Navenda Nûçeyan

Li navçeyeke paytexa Sûriyê, Şam, 3 teqîn çêbûn, li gor amarên fermî jî 45 kesan canê xwe ji dest daye.

Li navçeya Seyîda Zêneb a Şîeyan li Şamê, otomobîleke bombekirî li cihê otobîsên veguhestina heciyên Şîe yên Îranî û Libnanî teqiya. Dema xelk kom bûn û xwestin birîndaran veguhêzên, 2 xwekujên din xwe teqandin.

Her li gr Wezareta Tenduristî ya Sûriyê, ji encama teqînan 45 kesan canê xwe ji dest daye û bêhtir ji 100î birîndar in.

Navçeya Seyîda Zêneb ji aliyê çekdarên Şîe ve tê parastin. Pîroztirîn mezrageha Şîeyan jî li wê navçeya Sûriyê ye.

Heta niha tu aliyekî berpirsyariya xwe li ser encamdana teqînan ranegihandiye.