DAIŞê berpirsyariya xwe li ser teqînên Şamê ragihand

Di teqînan de bi sedan kesên Îranî, Libnanî û Sûrî bûne qurabnî.

K24- Navenda Nûçeyan

Rêxistina DAIŞê ya radîkal berpirsyariya xwe ji her sê teqînên ku îro li paytexta Sûriyê, Şam, çêbibûn, ragihand.

Li navçeya Seyîda Zêneb a Şîeyan li Şamê, otomobîleke bombekirî li cihê otobîsên veguhestina heciyên Şîe yên Îranî û Libnanî teqiya. Dema xelk kom bûn û xwestin birîndaran veguhêzên, 2 xwekujên din xwe teqandin.

DAIŞê di daxuyaniyekê de li ser torên civakî, berpisryariya xwe ji ewan teqînan anî ziman. Tekez kir jî ku 2 xwekujan ew teqîn kirine.

Li gor ku di medyaya ferîm ya Sûriyê de hatiye belavkirin,  ji encama teqînan 45 kesan canê xwe ji dest daye û bêhtir ji 100î birîndar in.

Navçeya Seyîda Zêneb ji aliyê çekdarên Şîe ve tê parastin. Pîroztirîn mezrageha Şîeyan jî li wê navçeya Sûriyê ye.