Li Minbicê DAIŞ 3 birayên hev kuştin
Berî niha jî li bajarokê Cerablusê ser bi Parêzgeha Helebê welatiyek ji heman gundî ji aliyê DAIŞê ve û bi heman tohmetê hat kuştin.
K24-Minbic
Çekdarên DAIŞê li gundê On El-Dadat ser bi bajarokê Minbicê yê Rojavayê Kurdistanê 3 birayên hev, bi tohmeta ku têkiliyên wan bi artêşa Azad re hene kuştin.
Welatiyên gundê On El-Dadat ragehandin ku, çekdarên DAIŞê bi tohmeta têkeliyên bi Artêşa Azad re, 3 bira ku navên wan Ibrahîm, Endan û Casir El Marê bûn,kuştin, dan zanîn ku her yek ji Ednan û Casir di roja Şemiyê de kuştin û biryê siyemîn jî Ibrahîm di roja Yekşemê de hat kuştin.
Berî niha jî li bajarokê Cerablusê ser bi Parêzgeha Helebê welatiyek ji heman gundî ji aliyê DAIŞê ve û bi heman tohmetê hat kuştin.