3 hezar Tirkmen koçberî Tirkiyê bûn

Hat ragihandin ku bi hezaran kesên din jî li ser deriyê sînorin ku derbasî Tirkiyê bibin, tê çaverêkirin ku îro ji wan nêzî 3 hezaran derbasî Tirkiyê bibin.

K24-Navenda Nûçeyan

Koçberiya Tirkmenan ya bo Tirkiyê car din destpê kir. Di nava 3 rojan de, zêdetirî 3 hezar Tirkmenan xwe spartin Tirkiyê.

Tirkmenên ji herêmên aloz ên Laziqiyê direvin ji ser deriyê Yayladagıya Hatayê derbasî Tirkiyê dibin. Heta niha 3 hezar û 128 Tirkmen ji sînor derbas bûne.

Kesên ji sînor derbas dibin pêşî ji aliyê AFADê ve ji kontrola tenduristiyê tên derbaskirin û paşê şûna tiliyên wan tê tomarkirin û li kampan tên bicihkirin.

Hat ragihandin ku bi hezaran kesên din jî li ser deriyê sînorin ku derbasî Tirkiyê bibin, tê çaverêkirin ku îro ji wan nêzî 3 hezaran derbasî Tirkiyê bibin.