87% ji koçberan naxwazin vegerin dever ên xwe.

Li gor amar a rêkxistîyek a taybet bi koçberan, 87% ji koçberan naxwazin kempan bihêlin û vegerin ser mal ên xwe li dever ên azadkirî.

K24- Duhok:

Li gor amar a rêkxistîyek a taybet bi koçberan, 87% ji koçberan naxwazin kempan bihêlin û vegerin  ser mal ên xwe li dever ên azadkirî.

Piştî ku dever ên dagîrkirî ji alîyê Daişê ve hatin rizgarkirin bi hêz a Pêşmerge yên Kurdistanê çaverê dihat kirin ku piranî ya koçber ên wan deveran vegerin ser mal ên xwe, lê  li gor amarek a rêxxistîyek a taybet bi koçberan 87% ji wan Koçberan naxwazin vegerin dever ên xwe.

Hinek ji wan koçberan sedem a vê yekê vedigerînin  ji bo nebûn a xizmetguzarîyan li wan deveran û rewş a asayîşê.

Rêveberê yek ji wan kempan jî dibêje: Her kesekê bixwaze vegere dever a xwe, ew dê hemû alîkarîyan ji wî re pêşkêş bikin, lê ji ber ku di nav kempan de pêdivî yên jîyanê ji wan re hatine  dabînkirin; Ew anxwazin vegerin.

Li parêzgeh a Duhokê 22 kemp ên koçberan hene.  Piranî ya wan xelk ên Sinûnê, Zimmar, Şingal û rojava ya Kurdistanê ne.