87% ji koçberan naxwazin vegerin dever ên xwe.
Li gor amar a rêkxistîyek a taybet bi koçberan, 87% ji koçberan naxwazin kempan bihêlin û vegerin ser mal ên xwe li dever ên azadkirî.
K24- Duhok:
Li gor amar a rêkxistîyek a taybet bi koçberan, 87% ji koçberan naxwazin kempan bihêlin û vegerin ser mal ên xwe li dever ên azadkirî.
Piştî ku dever ên dagîrkirî ji alîyê Daişê ve hatin rizgarkirin bi hêz a Pêşmerge yên Kurdistanê çaverê dihat kirin ku piranî ya koçber ên wan deveran vegerin ser mal ên xwe, lê li gor amarek a rêxxistîyek a taybet bi koçberan 87% ji wan Koçberan naxwazin vegerin dever ên xwe.
Hinek ji wan koçberan sedem a vê yekê vedigerînin ji bo nebûn a xizmetguzarîyan li wan deveran û rewş a asayîşê.
Rêveberê yek ji wan kempan jî dibêje: Her kesekê bixwaze vegere dever a xwe, ew dê hemû alîkarîyan ji wî re pêşkêş bikin, lê ji ber ku di nav kempan de pêdivî yên jîyanê ji wan re hatine dabînkirin; Ew anxwazin vegerin.
Li parêzgeh a Duhokê 22 kemp ên koçberan hene. Piranî ya wan xelk ên Sinûnê, Zimmar, Şingal û rojava ya Kurdistanê ne.