Hunermendên Kurd beşdariya di festîvalekê li Brazil dikin
Tîmên mozîkê ji gelek welatan beşdarbûbûn wek welatên Mexrîb, Fransa, Israîl û Brazîl û çendîn welatên din.
K24-Navenda Nûçeyan
Festîvala Mozîk û sema (Encontro De Musicas E Danças Do Mundo) di dehemîn festîvala xwe de ku di navbera 25.01.2016 heta 31.01.2016 li bajarê Bahiya li welatê Brazil birêve çû.
yekem car di dîroka vê festîvalê de 3 hunermendên Kurd jî bûn mêvan bi serperştiya hunermend Hejar Zehawî û beşdarbûna hunermend Eyûb Elî û Ertan Tekîn.
Di festîvalê de, hunermendan 2 konsêrtên stran û mozîka pêşkêş kirin, Hejar Zehawî li ser amîra Def û Rîtma Kurdî û dîlana kurdî, Eyûb elî jî stran gotin û li amîra saz da, herwiha Ertan Tekîn li ser amîra baleban û zurnê karê hunermendên kurd cihê balkêşana xelkê Bazîl bû.
Tîmên mozîkê ji gelek welatan beşdarbûbûn wek welatên Mexrîb, Fransa, Israîl û Brazîl û çendîn welatên din.