Li Diyarbekirê konferansa rawestandina şer tê sazkirin

Li Bakurê Kurdistan bi dehan tax û navçe hatin wêran kirin.

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê, şer û alozî li ser hemû aliyên jiyanê bandorên neyînî dikin. 6 partiyen Kurdistanî, Partiya Sosyalîs a Kurdistan (PSK), Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Demokratîk a Kurdistan -Bakur (PDK-Bakur), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî û PAK-Kurd jî, konferansekê li ser giftûgokirin û gengeşîkirina pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê û şêwazên çareseriyên siyasî saz dikin. 

Ji ber Şer û aloziyan, li Bakurê Kurdistan bi dehan tax û navçe hatin wêran kirin, bi 10 hezaran kes koçber bûne û bi sedan kes hatine kuştin û birîndar kirin. 6 partiyên Kurdistanî jî di 6-7ê Sibatê de, bi mebesta gengeşekirina rewşa li Bakurê Kurdistanê konferansekê bi navê “Dawîanîna Şer û Perspektîfên Çareseriyên Siyasî” saz dikin. 

Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak, ji Kurdistan24 re ragihand ku ew, ji şerê li nav bajaran û ragihandina qedexeyan nerazîne û divê siyaseta Kurd, bi rêyên siyasî hewl bide ku pirsa Kurd û Kurdistanê were çareserkirin. 

Amadekarên Konferansê diyar kirin ku ew hewla hevkarî û diyaloga navbera partî û rêxistinên Kurd jî didin û dan zanîn ku divê şer û tundî ji pêşiya siyasetê bê rakirin. Rêvebirê PSKê Hesen Dagtekîn jî ragihand ku wan partî û rêxistinên li ser çareseriya pirsa Kurd siyasete dikin vexwendine û piştre jî dê hewldanên xwe yên ji bo dansitandinan jî bidin. 

Beşdarên Konferansê dê ji siyasetmedar, karsaz û akademisyenan pêk bê û hat ragihandin ku divê konferansên wiha yên berfirehtir jî bên sazkirin.