Emerîka pêşwazîyê li pêşnîyaz a hinrtin a Hêzê dike bo Sûryayê.
Berpirs ê wezaret a berevanî ya Emerîkayê ragehan ku welat ê wan pêşwazayê li pêşnîyaz a Erebistan a Seûdîyê dike li ser hinartin a hêz ên serbazî bo Sûryayê.
K24- Hewlêr:
Berpirs ê wezaret a berevanî ya Emerîkayê ragehan ku welat ê wan pêşwazayê li pêşnîyaz a Erebistan a Seûdîyê dike li ser hinartin a hêz ên serbazî bo Sûryayê.
Emerîkaye di dem a çend hefte yên borî de daxwaz ji hevpeyman ên xwe kiribû kû pêkol ên xwe çirrtir bikin ji bo ji navbrin a Daişê.
Biryare heftî ya bihê, li Biroksilê,wezîr ên 26 welat ên endam di hevpeymanî ya nêvdewletî de li dijî daişê kom bibin ji bo vekolînê li ser rewş a şerrê Daişê.
Biryare şnad a berevanî ya Îraqê jî pişikdarîyê di wê kombûnê de bike.
Li pêncşembî ya burî , Emîd Ehmed Esîrî rawêjkar ê Wezaret a Berevanî ya Erebistan a Seûdîyê ragehand kû Rîyad amdeye pişikdaryê di oprasyon a zemînî li Sûryayê de bike eger hevpeymanî ya nêvdewletî li dijî Daişê biryarê li ser vê yekê bidin.
Gotebêj ê Fermande ya Hêz ên Emereîkayê li Rojhilat a Navîn kolonîl Parîk Rayder ragehand : Emerîka xweşhale bi wê pêşnîaz a Erebistan a Saûdîyê.
Herweha got jî:hêj biryar li ser evê pirsê nehatîye dan û hinartin a hêzê bo Sûryayê di jêr vekolînê de ye.
Jêder: Royterz.