Erdogan: Rûsya li Sûriyê di tevgereke dagirkerî de ye

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di daxuyaniyeke çapemeniyê de Rûsya sûcdar kir ku qaşo di nav axa Sûriyê de bi dagirkerî tevdiger e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di daxuyaniyeke çapemeniyê de Rûsya sûcdar kir ku qaşo di nav axa Sûriyê de bi dagirkerî tevdiger e.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan li dijî îdiayên Rûsya yên wekî “Tirkiye di amadekariya operasyoneke leşkerî ya bo Sûriyê de ye” nerazîbûn nîşan da.

Erdogan Rûsya wekî şirîkê rejîma Sûriyê sûcdar kir û wiha axivî; “Ez bi tenê bi vê helwesta Rûsyayê dikenim. Divê pêşî Rûsya bo wan kesên ku di nava sînorê Sûriyê de kuştine, hesab bide. Hejmara wan kesên ku wan bi hevkariya rejîmê kuştine, gehişte 400 hezarî. Niha Rûsya li nava axa Sûriyê, di tevgereke dagirkerî de ye. Di nav hewldanê de ye ku bo Esed dewleteke biçûk ava bike. Ji ber ku hebûna Esed li Sûriyê nema ye. DAIŞ û rêxistinên din Sûriye parçe kirine. Niha Tirkiye di bin gefê de ye. Sinorê me yê bi Sûriyê re 911 kîlometre ye. Ma Sînorê Rûsya û Îranê heye? Çi karê wan li wê derê heye ? Dibêjin; Esed bangî me kir. Lê divê guh li her bangê nayê girtin. Ji ber li wê derê Esed heye ku terora dewletê dimeşînê. Zalim e, Kujer e. Yên piştgiriyê bide wî, ew jî şirîkê sûc e.”