Li Îzmîrê operasyona li dijî qaçaxçiyên penaberan
K24- Îzmîr
Li Îzmîrê polîsan operasyon bir ser 3 navendan ku ji bo penaberan belemen (botên) lastîkî lê tê çêkirin. Di kargehan de 49 belemên lastikî hatin desteserkirin ku bê lisans bûn û li gorî satandardan nehatine çekirin.
Penaberên ji ber şer û pêvçunên li Sûriyeyê direvin û tên bo Tirkiyê ji ber ku dixwazin biçin Ewropayê zêdetirîn berê xwe didin bajarên li Deryara Spî û Egeyê.
Yek ji wan bajarên ku herî zêde penaber diçiyê jî Îzmîrê da ku hêsanî biçin Ewropayê.
Penaber ji bo çûna xwe, ji ber ku erzanin, belemên lastîkî bi kar tînin û gelek caran jî di wan beleman de jiyana xwe ji dest didin. Asayîşa Îzmîrê ji bo rê li ber wan karesatan bigire oparasyon li ser navendên ku belemên lastîkî lê tên çêkirin kir û di encama operasyona da 49 belemên lastikî ên ku bê lisans e û ne bi gorî mewzuatê hatine çekirin, bidest xistin.
Hat ragihandin ku ew botên lastîkî bo penaberan hatine çêkirin û her yek ji wan ji 700 dolaran heta 1700 dolaran dihate firotin.
Di meha Rêbendanê de, di encama operasyonên polîsan ên ku di çarçoveya rêgiriyên kaçaxiya koçberan de, 74 kes hatin girtin.