Bi hijmar, Dai'ş li Emerîkayê.

Çekdar ên Rêkxistî ya Dai'ş, tim gefan li nevend û peytext ên welat ên rojava dikin, nemaze Emerîka, Birîtanî ya û Firansa.

K24- Waşitin:

Çekdar ên Rêkxistî ya Dai'ş, tim gefan li nevend û peytext ên welat ên rojava dikin, nemaze Emerîka, Birîtanî ya û Firansa.

Herçende çekdar ên Daişê li Îraq, Surya û Lîbayê belave bûne, lê metirsî ya wan gehiştîye Bakûr ê Eferîkayê û başûr ê Rojhilat a Asyayê.

Serera metirsî yên li ser erdê, Dai'ş li ser internetê jî bûne metirsîyek mezin li ser jîyan a xelkê li welat ên Ewrupa û Emerîkayê. Hêriş ên ser Parîsê li November a burî û hêrişkirin a ser San Birnardînoyê, li Dîsember a sal a burî, ku bûne eger a guhertinek a serekî di simtîkirin a metirsî yên Daişê bo ser Ewrupa û Emerîkayê.

Li Emerîka Hêriş a ser wîlayet a Kalîfornî ya, bû cihê bayexdan a mêdîya yên wî welatî, nemaze axivtin li ser bandor a piropaginde yên Dai'ş ê hatin kirin.

Rojaname ya Nîyoyork Taymiz belav kirîye, Dai'ş li Emerîka gefek a rijte û bi hijmar behsê wan metirsîyan kirîye.

  • 182 kes hatine girtin bi tawan a gehandin a alîkarîyê bo Dai'şê.
  • Nivîsîngeh a vekolîn ên Fidralî belav kirîye: 32 kes bi vîyan a xwe htine Emerîkayê bi merem a encamdan kar ên teroristî.
  • 28 kes pêngav havêjtine ji bo encamdan a kar ên teroristî li dijî emrîkayîyan.
  • 17 kes xistine jêr çavdêrîkirin a asayîşî, di demekê de zanyarî hebûne, ku pêkolê ji bo encamdan a kar ên teroristî dê bikin.
  • 5 kes bi tawan a hebûn a têkelî ya rasterast bi Dai'ş ê ve htingirtin.
  • 4 kesan pêkol kirine têkelêyê bi Daişê re bikin, lê kevtine di dav a dezgehên paraztinî de.