Waşintin dibêje Ebadî: Heşd a Şe'bî bihilweşîne.

Jêderk ê bala ji hikumet a Îraqê amaje bi wê yekê da ku Emerîkayê peyamek daye serok wezîr ên Îraqê da ku di demek a dîyarkirî de mîlîşya yên qewşen a millî (Heşd a Şe'bî) bi hilweşîne.

K24- Bexda:

Jêderk ê bala ji hikumet a Îraqê amaje bi wê yekê da ku Emerîkayê peyamek daye serok wezîr ên Îraqê da ku di demek a dîyarkirî de mîlîşya yên qewşen a millî (Heşd a Şe'bî) bi hilweşîne.

Ewî jêderî ku nevîya nav ê xwe aşkera bike,ragehand: Emerîkayê dem a dû hefteyan daye Heyder Ebadî, serok wezîr ên Îraqê daku ewê mîlîşîya yên çekdar bihilweşîne.

Herweha amaje jî bi wê yekê kirîye ku; Emerîkayê dilnyayî daye Ebadî ku bi rê ya Hêz a Marînz a 101 a taybet dê parêzgarî  bihê kirin ji hemû dezgeh ên hikumetê  li Bexda, ji her bizavek a berjeng  ku ji alîyê wan mîlîşîyayan, li dijî desthilatê bihê encamdan.

Qewşen a Millî hevpeymanek ê mîlîşîya yên Şî'eyane li dûv  fetwa ya Ayetulla Elî Sîstanî hat damezrandin, daku Îraqê ji Çekdar ên Daiş pakij bike, piştî ku leşker ê Îraqê nekarî Daişê biragire.

Li ser astê hindûrî û derveyî û rêkxistî yên  maf ên mirovan yên nêvdewletî, tim  evan mîlîşîya yên çekdar tawanbar dikin bi encamdan a tawan ên ceng li hember hevwelatî yên sîvî nemaze jî Sûnne û ayîn ên din.

Ev ji bilî wê yekê jî ku ev mîlîşîya dihê tawanbarkirin bi bicihhînan a Ecenda ya Îranê li Îraqê, bi serperiştî ya Qasim Sulaymanî berpirs ê yekê yê supa ya Qudis a Îranî.

 

Jêder: Mîdil Êst