Keneda bo şerr ê Daişê pilanek a nû pêşkeş dike.
Nivîsîngeh a serok wezîr ên Kenedayê ragehand: Evro serok ê wezîran Castin Tirodo pilanek a nû ya welat ê xwe pêşkeş dike li seer çawanî ya karakirin a pişikdarî ya Kenedayê di hevpeyman a nêvdewletî de li dijî Daişê.
K24- Otawa:

Nivîsîngeh a serok wezîr ên Kenedayê di ragehandinekê de aşkera kir ku evro serok wezîr ên Kenedayê Castin Tirodo di kongireyek a rojanmevanî de, pilan a nû ya welat dê xuya bike li ser çawanî ya karakirin a pişikdarî ya Kenedayê di hevpeymanî ya nêvdewletî de li dijî Daişê.
Piştî hilbijartin a serok wezîr ê Kenedayê Castin Tirodo biryar da ku hêriş ên firoke yên Kenedayê li dijî Daişê li Îraqê û Sûryayê bihên ragirtin.
Serok wezîr ên Kendayê duhê di hevbendîyek a telefonî de bi serok wezîr ên Îraqê Heyder Ebadî re ragehand: Keneda bo rûbirûbûn a çekdar ên Daişê alîkarî ya darayî, rahînan û keriste yên serbazî piştîvanî ya Îraqê dê bike.