Bazirgan naxwazin penaber di hemû sektoran de bixebitin
Wezareta Xebatê û Ewlehiya Civakî ya Tirkiyê ji bo penaber bikaribin bixebitin rezîknameyek weşand. Lê belê hinek bazirganan nerazîbûnên xwe nişan dan.
K24 - Enqere
Wezareta Xebatê û Ewlehiya Civakî ya Tirkiyê ji bo penaber bikaribin bixebitin rezîknameyek weşand. Lê belê hinek bazirganan nerazîbûnên xwe nişan dan. Mînak Serokê Komeleya Sanayî ya Cil û Bergan a Enqerê diyar kir ku bila di beşa tûrîzm û cilan de penaber nexebitin. Ji ber ku îmaja-navûdengê Tirkiyê dixin metirsiyê.
Penaberên ku li Tirkiyê dijîn, bi reyên neyasayî dixebitin. Ji bo wan rezîknameyek hate weşandin. Bi weşandina vê rezîknameyê êdî penaber jî wê bikaribin bi sigortayê li Tirkiyê di hemû beşên kar û xebatê de bixebitin.
Lê belê niha di nav bazirganên Tirkiyê de nîqaşek heye. Ji ber ku hinek kes hene naxwazin ku penaber di her corê karan de bixebitin. Li gorî wan xebata penaberan zerareke mezin dide îmaja Tirkiyê.
Serokê TESKê Bendevî Palandoken li ser vê mijarê helwêsta xwe wiha anî ziman: “Eger Tirkiye penaberan bi rêyên neyasayî bide xebitandin, wê rewşeke neyînî peyda bibe. Weşandina vê rezîknameyê baş e. Lê belê welatiyên Tirkiyê ketine nava tirseke wiha ku wê karê wan ji destê wan biçe. Ji ber vê yekê naxwazin penaber di her corê xebatê de kar bikin.”
Tirsa bazirganan jî ew e ku eger penaber di beşa tûrîzm, cil û kincan de bixebitin, wê qalîteya berhem dakeve û tûrîzim jî bikeve. Herwiha ji ber vê yekê jî wê nikaribin berhemên xwe di qada navneteweyî de bifroşin. Loma beşek ji van bazirganan dixwazin ku wezaret xebata penaberan ya di van beşan de qedexe bike.
Hiqûqnas Omer Baran Ermîş jî li ser rezîknamê got ku di nava rêziknameyê de li ser penaberan tu qedexe cih nagirin: “Di rezîknameyê de astengî hene, lê belê qedexe tune ye. Rezikname nabêje penaber nikare di vî karî de bixebite. Wezaret nikare tiştekî wiha bike. Dema bike hingê wê mafê mirovan bin pê bike. Lê belê dikare sînorekî deyne.”
Li Tirkiyê bi tevahî 2 milyon û nîv penaber hene û ji wan 500 hezar kes jî bi rêyên qeçax dixebitin. Herwiha ev penaber di nava rojê de kêmtirîn 10 saetan dixebitin û mûçeyê wan jî gelek kêm e. Niha bi wê rezîknameyê divê xwediyê kar sigortaya wan çêke û penaber jî tenê 8 seatan bixebitînin.