Opozîsyona Sûriyê: Armanca me danûstandin in
Serokê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê, Corc Sebra ragihand ku armanca wan li Cenêvê danûstandin bûn ne ku gotûbêjkirin.
K24- Stenbol
Serokê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê, Corc Sebra ragihand ku armanca wan li Cenêvê danûstandin bûn ne ku gotûbêjkirin.
Corc Sebra di hevpeyvînekê de ligel Kurdistan24ê bal kişande ser pêşhatên siyasî yên dawî di krîza Sûriyê de. Derbarê rawestandina danûstandinên Cenêv-3 de, Sebra tekez kir ku armanca wan danûstandin bû neku destpêkirina gotûbêjan û wiha axifî: “Daxwaza me ew bû ku, benda 12 û 13 ji biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya hejmar 2254 were cîbicîkirin.”
Biryara navborî derbarê, berdana girtiyên siyasî, rawestandina êrîşên esmanî û rakirina dorpêça rejîma Sûriyê li ser navçeyên cuda de ye. Corc Sebra anî ziman ku, baweriya rejîma Sûriyê bi çareseriya siyasî nîne û balkişande ser rola Îranê di Sûriyê de û got: “Hatina Îranê bo rizgarkirina Esed wiha kir ku rejîm pişta xwe bi çareseriya leşkerî girêde.”
Serokê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê tekez kir ku, niha mîlîşiyayên Hizbullah Libnanê û Şîeyên Iraqê ji rejîmê bihêztirin û “Îran û Rûysa hemû karûbarên navxwe ya Sûriyê birêve dibin.”
Sebra got ku, wan wek şandeya opozîsyonê 48 demijmêr mohlet dabû Nûnerê Navdewletî yê Taybet li Sûriyê, Staffan de Mistura, ji bo daxwazên opozîsyonê bicih bîne, lê dema daxwazên wan nehatine pêk anîn ew neçar bûn ji Cenêvê vekişin.
Danûstandinên Cenêvê ku di dawiya meha borî de dest pê kirin piştî 2 rojan hatin rawestandin û bo 25ê Sibatê hatin paşxistin. Derbarê hewldanên beşdarbûna Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di Cenêv-3 de, Sebra nerîna xwe wiha anî ziman: “Em razî nabin, De Mistura jî ti piştgiriyekê nade PYD. Nûnerên Kurd ên bihêz di nav şandeya me de hene.”
Navborî balkişande ser rola Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û got: “Rola ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dilîze, bi mikurhatina hemûyan, roleke erênî bû. Ew pêşbîniyên ku Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya wê ya hekîmane, ku Serok Mesûd Barzanî ye, bo Kurdên Sûriyê di cihê xwe de ne.”