Civaka navdewletî bo agirbestekê li Sûriyê rêkeftin
Hêzên navdewletî li Munichinê, li ser planeke kar bi armanca agirbestekê û derbaskirina alîkariyên mirovî bo deverên dorpêçkirî rêkeftin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên navdewletî li Munichinê, li ser planeke kar bi armanca agirbestekê û derbaskirina alîkariyên mirovî bo deverên dorpêçkirî rêkeftin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, îro di konfiranseke rojnamevanî de li Munichinê ragehand ku, piştî danûstandinan, welatên kombûyî li ser agirbestekê li tevahiya Sûriyê lihev kirin.
Kerry diyar kir ku, ew rêkeftin ku agirbest di warê hefteyekê de dest pê bike. Alîkariyên Mirovî û destpêkirina danûstandinên di navbera rêjîm û opozîsyonê de jî, di nêzîktirîn dem dê dest pê bikin.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragehand ku, rawestandina operesyonên leşkerî li Sûriyê, DAIŞ, Eniya el-Nusra û grûpên terrorist li xwe nagire.
Herwiha Lavrov got: “Rawestandina operesyonên leşkerî li Sûriyê erkeke dijwar e, lê civaka navdewletî razî bûn ku di hefteyekê de rêyekê bo cibicîkirina wê bibînin.”
52emîn Konferansa Asayişê li Munchinê birêve dere. Di konferansê de, li ser rewşa ewlehiya cîhanê tê gotûbêjkirin. Çendîn serokên welatan, wezîrên derve û yên bergîriyê tê de beşdar in. Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di nava wan de ye.