Karsatek nû hat serê berhemên Appelê
Ji dîroka 01.01.1970 dur kevin.
K24- Navenda Nûçeyan
Karsatek nû gefê li bikarhênerên mobîl û berhemên Appelê dixwe, kesê têkeve wê şaşiyê dê mobîla xwe ji dest bixe.
Li gor hatiye belavkirin, kesê ku dema mobîla xwe vegerîne 01.01.1970î, dê mobîla wî vemire û êdî nema kar dike.
Hin kesan ev tiştê han taqî kirin, di encamê de jî mobîl û alavên wan ên ji berhemên kompaniyeya Appelê vemirîn û nema kar dikin.
Heta niha jî kompaniyeya navdar a teknolojiyayê, Appel, tu daxuyanî di vê derbarê de nedaye û tu çareseriyek jî nedîtiye.