Lîsta Malîkî daxwazê ji wezreta derve dike gazî balyoza Seûdîye li Bexda bihê kirin.
Lîsta Malîkî daxwaz ji wezreta derveya Îraqê dike ku gazî blyozê Seûdîye li Bexdayê bike ji bo rûhinîdanê li ser manora serbazîya Seûdîye li gel çend welatên li nêzîk sinûrên Îraqê.
K24- Bexda:
Lîsta Malîkî daxwaz ji wezreta derveya Îraqê dike ku gazî blyozê Seûdîye li Bexdayê bike ji bo rûhinîdanê li ser manora serbazîya Seûdîye li gel çend welatên li nêzîk sinûrên Îraqê.
Xewle Zîyadî endama Civata Nwêmerên Îraqê, bi nave lîsta Dewleta a Yasayê bi serokatîya Nûrî malîkî daxwaz ji wezareta derveyê Îraqê kir gazî Samir Elsebhan, balyozê Erebisatna Seûdîyeyê li Bexdayê bike; daku ryhinîdanê bide li ser encamdana manora serbazîya Seûdîyeyê bi hevpişkî li gel çend welatên din ên Îslamî li nêzîk sinûrên Îraqê,
Zîyadî dibêje: Encamdan a manorên serbazî mafê her welatekîye lê encamdan ev cora manorê di vê demê de û li nêzîk sinûrên Îraqê cihê pirsyarêye.
Seûdîye û çend welatekê din ên Îalamî manoreka serbazyêyê zemînî û asamanîyê berfireh dê encamp bide.