Eyad Elawî daxwaz dike neteweyên hevgirtî navbij be di navbera Turkya û Îraqê de.

Serokê Hevpeyamnîya Nîştîmanî daxwaz dike, Îraq şandeka xwe bişîne Turkîyayê bi aramanca çareserkirin arîşeyên di navebra herdû welatan de.

K24- Bexda:

Serokê Hevpeyamnîya Nîştîmanî daxwaz  dike, Îraq şandeka xwe bişîne Turkîyayê bi aramanca çareserkirin arîşeyên di navebra herdû welatan de.

Eyad Elawî serokê Hevpeyamnîya Nîştîmanî di daxunameyekê de ragehand: Pêdivîye hikumet a Bexdayê şandek a bala bişîne Enqereyê daku çareserîya arîşeyên di nvebera herdû welatan bihên kirin bi awayek aştîane.

Li ser hebûna ew hêza Turkîyayê li derdorê Mûsilê, Elawî pêşnîaz dike û dibêje: eger herdû welat negehiştin ti encaman li ser evê pirsê, baştire penayê bo ber neteweyên Hevgirtî bibin.

Demeke Îraq û Turkîya li ser hebûna ew hêza Turkîyayê li derdorê Mûsilê arişe kevtine di navebra wan de û çend caran Bexda daxwazê ji Turkîya dike ew hêz a xwe vekişîne, lê berpirsên Enqereyê ev daxwaza Bexdayê red dikin.