Mislim: Bila Tirkiyê destê xwe nexe nav karûbarên Sûriyê

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxwaza Tirkiyê bi vekişandina şervanên YPGê ji firokeya Minigê û gundên derdora wê, red kir.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxwaza Tirkiyê bi vekişandina şervanên YPGê ji firokeya Minigê û gundên derdora wê, red kir.

Hevserokê PYDê Salih Mislim derbarê daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglu de, îro ji “Reuters” ragihand ku, ne ji mafê Tirkiyê ye, destêwerdana karûbarên naxwe yên Sûriyê bike. 

Davutoglu, duh gotibû got: “Heger pêwîst be, wek tedabîrên me li Iraq û Qendîlê kirine, emê li Sûriyê jî bikin.” Herwiha daxwaz ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kiribû, ku ji firokxaneya Minigê û gundên derdora wê vekişe. 

Mislim got jî: “Firokxaneya Minigê di bin kontrola Eniya el-Nusra baskê Qaidê li Sûriyê de bû, YPGê jî berî çend rojan ew firokxane ji wê rêxistinê derxist. Ma Tirkiyê dixwaze Nusra li wê deverê hebe?.”

Mislim diyar kir ku, firokxaneya Minigê di bin kontrola Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye, ew hêz jî hemû pêkhateyên Sûriyê ji Ereb, Kurd û Tirkmenan li xwe digire. Destêwedana Tirkiyê ji Sûriyê re, dê hemû Sûriyên di rûyê xwe de bibîne.

Artêşa Tirkiyê şeva borî, pêgehên HSD li firokxaneya Minigê û gundê Meranaz û Malkiyê yên ser bi bajarê Ezazê û gundê Yazibax ya ser bi navçeya Şera ya Efrînê bi topên giran topbaran kir.