William Shakespeare li Hewlêr hat bibîranîn
Balyozê Brîtanyayê taybet ji K24ê re axifî

K24- Hewlêr
Li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêr, helkefta 400 saliya koça dawiyê ya nivîskarê navdar ê Brîtanî, William Shakespeare hat bibîr anîn.
Balyozê Brîtanyayê li Hewlêrê, Engs Mcki taybet ji K24ê re got ku, pêwîst e gelên ku niha di nav şer de ne, kultur û hunera xwe bihêz bikin, bi taybetî jî gelê Kurdistanê.
Enges diyar kir jî ku, hin berhemên ku William Shakespeare nivîsî ne, di nav edebiyata Kurdî de jî hene.