Elawî daxwaza labirina Ebadî dike.

Hevpeymanîya Eyad Elawî evroj di daxuyannameyekê de ragehand: Elawî demeke daxwaz dike, Heyder Ebadî bihê labirin û hilbijartinên pêşdem li Îraqê bihê encamdan bi serperiştîya Neteweyên Hevgirtî.

K24- Bexda:

Hevpeymanîya Eyad Elawî  evroj di daxuyannameyekê de ragehand: Elawî demeke daxwaz dike, Heyder Ebadî bihê labirin û hilbijartinên pêşdem li Îraqê bihê encamdan bi serperiştîya Neteweyên Hevgirtî.

Her di wê daxuyannameyê de hatîye: Çiyê din xelk nekare li ser evê rewşa dijwar aram bigire û pêdivîye guhertinên bineretî bihên encamdan.

Berê jî Ebadî amadeyîya xwe nîşandabû ku amadeye destberdarê destihlatê bibe eger guhertin hemû wezaretan vegire.