Elawî daxwaza labirina Ebadî dike.
Hevpeymanîya Eyad Elawî evroj di daxuyannameyekê de ragehand: Elawî demeke daxwaz dike, Heyder Ebadî bihê labirin û hilbijartinên pêşdem li Îraqê bihê encamdan bi serperiştîya Neteweyên Hevgirtî.
K24- Bexda:
Hevpeymanîya Eyad Elawî evroj di daxuyannameyekê de ragehand: Elawî demeke daxwaz dike, Heyder Ebadî bihê labirin û hilbijartinên pêşdem li Îraqê bihê encamdan bi serperiştîya Neteweyên Hevgirtî.
Her di wê daxuyannameyê de hatîye: Çiyê din xelk nekare li ser evê rewşa dijwar aram bigire û pêdivîye guhertinên bineretî bihên encamdan.
Berê jî Ebadî amadeyîya xwe nîşandabû ku amadeye destberdarê destihlatê bibe eger guhertin hemû wezaretan vegire.