Tirkiye pêdagir e û PYD û PKK red dikin
Erdogan piştî teqîna Enqerê bi saetekê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, her çiqas kesên li ser PKK û PYDê dibêjin eleqeya me bi vê bûyerê re tuneye jî, eleqeya wan bi vê bûyerê re heye.
Azad Altun / K24 - Enqere
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Sererkaniya Giştî ya Tirkiyê ligel Serokê Sererkaniyê Hulusî Akar û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala derbarê teqîna Enqerê de ku 28 kes hatin kuştin û 61 kes birîndar bûn daxuyaniyek da û got: ‘Teqîna Enqerê karê PKK û PYDê ye.'
Erdogan piştî teqîna Enqerê bi saetekê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, her çiqas kesên li ser PKK û PYDê dibêjin eleqeya me bi vê bûyerê re tuneye jî, eleqeya wan bi vê bûyerê re heye û got: “Li gorî zanyariyên dawî yên di destê dezgehên îstîxbaratê û Wezareta Navxwe de bi belgeyan eşkere bû ku ev bûyer wan kiriye. Ev rûdan di civaka navneteweyî de dê bibe wesîleya ku dostên me, me fam bikin.”
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu jî, berpirsê êrîşa Enqerê ku 28 kes hatibûn kuştin û 61 kes jî birîndar bibûn, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê PYDê ye nîşan dabû.
Navê ku di van demên dawî de di nava AKPê de tê nîqaş kirin Bulent Arinç jî derbarê teqîna Enqerê de li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û got, li gorî hinek îdiayan tê ravekirin ku kêmasiya ewlehî û îstixbaratê heye; divê li ser wan îdiayan lêkolîn were kirin encama wê yekê jî bi şêweyeke rastîn bê nirxandin.
Cîgirê Serokwezîr yê berê Bulent Arinç wiha axifî: “Ev îdia, îdiayên girîng in. Divê bi awayekî hûrbînî lê bê kolandin; heke kêmasî hebin û hinek kes di vî warî de îhmalkar bin, pêwist e di zûtirîn dem de îstifa bikin.”
Herwiha Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslîm bi rêya Kurdistan 24ê bersiva îdiayên Davutoglu da û got: “Tu eleqeya me bi êrîşa komkûjî ya Enqerê re tune ye. Sûcdariya li heberî me ne rast e. Ev bûyera ku qewimiye, tekoşîna Tirkiyê ya bi DAIŞê ve girêdayî ye û hê jî gelek hêzên DAIŞê ku li Tirkiyê dijîn hene.”
Wekî tê zanîn çavê hemû cîhan û rayedarên Tirkiyê jî li daxuyaniyeke ku ji KCKê were bû. Li ser vê yekê Cemîl Bayik derbarê teqîna Enqereyê de axivî û berewajiya daxuyaniyên Erdogan Tirkiyê sucdar kir.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik got: “Ev teqîn ne karê me ye; lê zilma dewleta tirk derketiye ber perê esmanan. Em nizanin bê kê ev çalakî pêk aniye. Dibe ku ev çalakiyeke bersivdayînê be jî ya li dijî komkujiyên wehşî û derveyî mirovahiyê yên li hemberî gelê Kurd.”
Li aliyê din ji bilî wan partiyên opozîsyonê, Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş bi navberkariya medyaya civakî bi serê xwe daxuyaniyek ragihand. Demirtaş di daxuyaniya xwe de êrişa li dijî Enqerê şermezar kir û ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane re rehmet û ji kesên birîndaran re şîfa xwest.