Niqaşên li ser teqîna Enqerê berdewam in

Daxuyaniyên Serokwezîr, Serokkomar û rayedarên din yên hikûmeta Tirkiyê yên ku PYDê wekî berpirsê teqînê nîşan didin bûn sedema nerazîbûnê.

K24 – Enqere

Daxuyaniyên Serokwezîr, Serokkomar û rayedarên din yên hikûmeta Tirkiyê yên ku PYDê wekî berpirsê teqînê nîşan didin bûn sedema nerazîbûnê. HDP dibêje hikûmet bi awayekî aşkere derewan dike.

Daxuyaniyên ku PYDê êrîşa Enqerê pêk aniye, li Parlamentoya Tirkiyê bû cihê niqaşên siyasî. Nûnerên Partiyên siyasî, dibêjin piştî daxwaza Neteweyên YekbûyÎ ya bo Tirkiye topbarankirina li ser PYDê rawestîne, daxuyaniyên li ser sûcdarkirina PYDê Tirkiye xistiye rewşeke sosret.

Herwiha opozîsyonê bibîrxist ku cara pêşî nasnameya xwekuj beriya nasnameya qurbaniyan hate aşkere kirin û ev yek jî dibe cihê gumanê. Di vê derbarê de Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken got: “Gelo beriya teqînê di destê hikûmetê de hin agahî hebûn. Divê hikûmet bersiva vê yekê bide. Li gorî me, ji ber ku hikûmet di politikaya xwe ya Sûriyê û Rojava de têk çûye û ji bo di vê polîtîkayê de destê xwe xurt bike ev êrîş pêk aniye.”

Opozîsyonê hikûmet ji ber daxuyaniyên wê yên wek kêmasiya Îstixbaratî nîn e bi giranî rexne kir û dibêje ev êrîş parçeyekî wan hewldanan e ku Tirkiyê di şerê Sûriyê de beşdar bike. Li aliyê din, daxuyaniyên Emerîka jî wekî daxuyaniyên watedar hatin nirxandin.

Cigirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel li ser mijarê wiha axifî: “Daxuyaniyên Emerîka gelekî bi wate ne ku wekî rayedarên Komara Tirkiyê li derewa biqewimîn e. Hewceye ew werin şopandin.”

Li aliyê din ji ber ku HDPê teksta şermezarkirina teqîna Enqerê îmze nekir , ev mijar bû cihê niqaşan. Hat ragihandin ku ji ber komkujiyên li Diyarbekirê, Pirsûsê, Enqerê û Sultanahmeda Stenbolê di tekstê de nehatiye bicihkirin, HDPê nexwastiye wê tekstê îmze bike.