Emnêstî Înternaşnal rexneyê li Îraqê digre.
Rêkxistîya Lêbûrîna Giştîya Nêvdewletî (Emnêstî Înternaşinal) rexneyên tund li Hikumeta Îraqê digere bo wê yekê ku hêj sizaya sêdaredanê bicih dihîne û aşkira jî dike, tenê di dû mehên destpêka sala 2016 de, Îraqê biryara sizaya sêdaredanê bo 90 kesan derkirîye.
K24- Hewlêr:

Di ragehandinekê de rêkxistîya Emnêstî Înternaşnal îdaneya nûtirîn biryarên dadgehên Îraqê dike ku roja Pêncşembîya bûrî biryara sizaya sêdaredanê bo 40 kesan derkirin ew kes tuhmetbarbûn bi dest hebûnê li komelkûjîya kempa Spayeker li sala 2014ê û têde 1700 kadirên serbazîyên Îraqê ji alîyê çekdarên Daişê ve hatibûn kuştin.
Ceymiz Linç rêveberê pişka Rojhilata Navîn li rêkxistîya Emnêstî aşkera kir: Berî derkirina birayara sêdaredanê bi 40 kesan, hikumeta Îraqê di şeş heftîyên yekema ev sal de, 52 kes li sêdare dabûn.
Lînc rexne girt li piroseya dadgayîkirinên Îraqê û ragehand: Piranîya biryarên dadgayê dihên dan bê guhdan û pabendbûn bi paraztina mafên mirov û dadperwerîyê.