Barzanî ji Ewropayê gihêşt Herêma Kurdistanê
Piştî beşdarîkirina di kongreya Munchenê ya ewlekariyê de, Serokê Herêma Kurdistanê gihêşte Hewlêrê.
K24 – Hewlêr
Piştî beşdarîkirina di kongreya Munchenê ya ewlekariyê de, Serokê Herêma Kurdistanê gihêşte Hewlêrê.
Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, di çarçova beşdarbûna di kongreya Munchenê ya ewlekariyê de ya ku di 11 Sibatê li Almanyayê birêve çûbû, Barzanî hejmarek hevdîtin ligel serok û berpirsên siyasî yên cîhanî re kirin.
Berî serdana Barzanî ji Ewropayê re, hejmarek biryarên çaksaziyê yên taybet bi Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derxistibûn. Tê çaverêkirin ku, piştî vegera Barzanî bo Herêma Kurdistanê, dest bi encamdana çaksaziyê derbarê rewşa siyasî, îdarî û darayî li Herêma Kurdistanê bike.
Serokê Herêma Kurdistanê di roja 12 û 13 Sibatê gelek hevdîtin bi serok û rayaderên cîhanê birêve birên, ji wan ligel Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry. Wezîrê Derve yê Brîtanya Philip Hammond. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu. Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf. Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini. Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Brett H. McGurk.
Ji Buhara sala 1963an ve li Munchen a Almanyayê Konferansa Ewlehiyê tê lidarxistin. Di konferansê de, li ser rewşa ewlehiya cîhanê gotûbêj tên kirin.
Di wê kongreyê de, 23 serok û 50 wezîrên welatan beşdar dibin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yek ji beşdarên wê kongreyê ye.