YPG: 3 şervan li kêlgeha Tişrînê ya Hesekê şehîd bûn
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) navê sê şervanên wê ku li kêlgeha Tişrînê li parîzgeha Hesekê şehîd bûbûn, eşkere kir.
K24 – Kobanê
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) navê sê şervanên wê ku li kêlgeha Tişrînê ya li parêzgeha Hesekê şehîd bûbûn, eşkere kir.
YPGê, îro di daxuyaniyekê de belav kir ku, roja 19 Sibatê de firokeyên nenas pêgehên wê li parêzgeha Hesekê li kêlgeha Tişrînê bombebaran kirin, di encamê de, sê şervan şehîd bûn, 2 şervanên din jî birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê li Hesekê Heybar Osman duh diyar kir, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hejmarek ji gundê û 233 kêlgehên petrolê li derdora bajarokê Şedadê ya li başûrê Hesekê kontrol kir.
Ji bilî firokeyên Amerîka, Rûsya û rêjîma Sûriyê, hin caran firokeyên Tirkiyê jî li esmana bakurê Sûriyê difirin.
HSD di 16ê vê mehê de, dest bi operesyona kontrolkirina bajarokê Şedadê ya li başûrê Hesekê kir.